Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir

Yekitiya Jinên Suryan li Qamişloyê pêşangeha hunerên destan vekir. Pêşangeh ji 13 beşan pêk tê ku tê de berhem û xemlên cejna Paskalyayê têne pêşandan.

Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
Yekitiya Jinên Suryan pêşangehek vekir
25 adar, 2026   12:59
QAMIŞLO

Pêşangeha hunerên destan ku ji aliyê Yekitiya Jinên Suryan ve hatiye vekirin, li hola Dêra Katolîk a Suryanî ya li bajarê Qamişlo, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. 

Armanca pêşangehê ew e ku piştgiriyê bidin jinan ku berhemên xwe yên destan nîşan bidin û bifiroşin.

Ev xebat salane bi nêzîkbûna cejna Paskalyayê re tê lidarxistin, lê ev cara yekem e ku Yekitiya Jinên Suryan li Qamişloyê li dar dixe.

Di pêşangehê de destkarî, bi taybet xemlên cejna Paskalyayê û şîrînahiyên kevneşopî hatin pêşandan.

Biryar e pêşangeh di 25-26’ê Adarê de li Dêrikê jî were vekirin. Her wiha dê li bajarê Hesekê jî were vekirin, lê dema wê ne diyar e.

(k)