Di êrişên li ser Xezayê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 2 kes hatin kuştin
25 adar, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi dronekê goristana Sewariha ya kampa Nisêrat kir hedef û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku artêşê kampa koçberan a li rojavayê bajarê Xan Yûnisê jî kir armanc, di encamê de 3 zarok û mêrek birîndar bûn. Hate diyarkirin ku rewşa zarokekî giran e.

Li gorî daneyên fermî, ji dema ragihandina agirbestê ve (10 Cotmeh 2025) 687 kes hatine kuştin û hezar û 849 kes birîndar bûne ku piraniya wan jin û zarok in.

(bb)