NY’yê daxwaza bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn kir

Komîserê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk ji dewletan xwest şerê bi Îranê re biqedînin û rewşa li Rojhilata Navîn wek "pir xeternak" bi nav kir.

NY’yê daxwaza bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn kir
25 adar, 2026   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser daxwaza welatên Kendavê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî îro li Cinêvê  civînek bi mijara şerê li dijî Îranê re li dar xist.

Di civînê de komîserê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk diyar kir ku şer ev şer xwedî potansiyeleke mezin e ku dewletan ji çar aliyên cîhanê ve bikişîne nava xwe.

Turk got: "Rêya yekane ya garantîkirina rêgirtina li ber zêdebûna aloziyê bidawîkirina şer e. Di serî de welatên xwedî giranî, ez bang li hemû welatan dikim ku ji bo pêkanîna vê yekê bixebitin."

(bb)