‘Yekitiya gelê Kurd misogeriya serkeftin û azadiyê ye’

Endamên PYD, KNK’ê û rewşenbîran diyar kir ku divê di vê pêvajoya de yekitiya Kurdan bê xurtkirin û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê bên parastin.

‘Yekitiya gelê Kurd misogeriya serkeftin û azadiyê ye’
13 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO

Têkildarî girîngiya yekitiya Kurdan endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Mehmûd, endama Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava (KNK) Ebîr Hesaf û rewşenbîr Mezher Şêxo ji ajansa me re axivîn.

Îbrahîm Mehmûd diyar kir ku pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe gelekî hesas e û ev pêvajo ji bo qirkirina gelê Kurd bû.

Mehmûd destnîşan kir ku erkek heye, ew jî yekitiya gelê Kurd e. Yekitiya gelê kurd dive xurttir bibe. Da ku kurd di qirkirinê re derbas nebin. Her neteweyek bi yekitiya xwe dikare parastina xak, maf û destkeftiyên xwe bik”.

Mehmûd wiha got: "Dibe ku hin durbûyîn hebe, lê yekitiya gelê Kurd li her çarperçeyên kurdistanê û derveyî welat bi rihê berxwedena Rojava mezintir bû. Bang min ji tevahî gelê Kurd re ku yekitiya me xurttir bike û em li derdora hêzên xwe kom bibin."

Ebîr Hesaf jî destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê kurd, ji bo helandina nasnameya gelê kurd e. Lê rihekî neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê hebû. Vê yekê ji bo Rojava wateyeke xwe ya pir mezin heye.

Ebîrê wiha got: "Guhertin û veguhertinên ku hatine çêkirin, ev yek gaveke dîrokî ye. Bi yekitiya gelê Kurd pîlanên heyî vala hatin derxistin. Di vê demê de erkek ku dikevin ser milê partiyên siyasî jî hene. Divê partî carek din lêvegerînekê ji bo xwe bikin, da ku ji bo gelê kurd têkoşîn bikin.  Îro roja hebûn û nebûnê ye. Niha ew dema ku em bibin yek.  Gelê Kurd divê nirxên netewî, destkeftiyên heyî û gavên ku hatine avêtin biparêzin. "

Mezher Şêxo jî wiha got: "Nêzîkbûna gelê me yên her çarperçeyên kurdistanê û derveyî welat cihê rêzê ye. Cara yekem ku hewlewestekî bi vî şewazî ji bo Rojavayê Kurdistanê çêbûne. Dilê Kurdan bi heseret bû ku yekîtî çêbibe, lê belê niha ev yek çê dibe û dilê tevahî gelan ji bo Kurdan lê dide. Wateya yekîtîyê jî gelekî kur e. Di rastiya wê de tê wateya misogeriya serkeftin û azadiya me."

Mezher Şêxo diyar kir ku gelê Kurd êdî pirgirêkên navxweyî qebûl nake, ji ber ku gelek berdêl dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em niha hîn bêhtir bi hewcariya yekîtiyê ne. Fitine û fesadî heyî divê neyê kirin, lê kesên ku dixwazin fitine û fesadiyan bixwin nava gelê kurd bila xwe bidin aliyekê, ji ber ku gelê Kurd dikare destkeftiyên şoreşa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe."

(zş/h)

ANHA