Dewleta Tirk li bajarokê Dêrelokê yê Başûr rê çêdike

Artêşa Tirk ji bo çêkirina rêya leşkerî û veguhestina wesayîtên leşkerî rêya kevirîn a Geliyê Reşava ya dikeve sînorê bajarokê Dêrelokê bi teqemeniyan teqand.

Dewleta Tirk li bajarokê Dêrelokê yê Başûr rê çêdike
12 sibat, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, artêşa Tirk bi teqemeniyan beşeke mezin a rêya kevirîn a Geliyê Reşava ya dikeve sînorê bajarokê Dêrelok ê Dihokê yê Başûrê Kurdistan teqand.

Dirêjiya rêya Geliyê Reşava 15 kêlometre ye. Dewleta Tirk rojane xaka Kurdistanê talan dike.

Hate ragihandin ku armanca vê yekê ew e ku rêya leşkerî ya ji bo derbaskirina wesayîtên leşkerî û veguhestina leşkeran ya ji bo herêmên stratîjk ya li başûrê Kurdistanê ye.

Berî niha dewleta Tirk du rêyên din li Dêrelok a dikeve Avaşîn û Berê Sîlê ya Amêdiyê çêkiribû. Bi vekirina rêya li Geliyê Reşava hemû herêmê bi hev ve bide girêdan.

Heta niha rayedarên Hikûmeta Herêmê û Iraqê li hemberî vê yekê helwestên cidî nîşan nedaye.

Hêjayî bi bîr xistinê ye di demekê de pêvajoya aştiyê heye çêkirina rêyên leşkerî ya li başûrê Kurdistanê nîşaneya bicihbûna artêşa Tirk a demdirêj ya li herêmê ye.