Xwepêşandêrên Siwêdayê ketin avahiya Partiya Baasê

Xwepêşandêrên Siwêdayê, piştî ku dema dabûn Partiya Baasê bi dawî bû, ketin avahiya partiyê ya li Siwêdayê.

Xwepêşandêrên Siwêdayê ketin avahiya Partiya Baasê
1 kanûn, 2023   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêrên Siwêdayê, hemwextî bidawîbûna dema dane endamên partiyê ku navendê teslîmî “xwediyên wê” bikin, ketin navenda Partiya Baasê ya li bajarê Şehba û wêneyên Beşar Esed qetandin.

Gelek şêniyên Şehbayê roja sêşemê ji endamên Partiya Baasê xwestibû ku avahiya partiyê beriya roja înê bigirin û teslîm bikin û ger nehat teslîmkirin ew ê bikevin navendê.

Bi dehan şêniyên Siwêdayê îro jî li Qada Seyr (Keramê) kom bûn û banga pêkanîna daxwazên xwe kir. Ev daxwaz ji 107 rojan ve bi lidarxistina xwepêşandanan dewam dike.

(fr)