Windakirina jinên ciwan li Sûriyeyê û bandorên dan û standinên DYA-Îranê li ser Lubnanê

Windabûna çend jinên ciwan li Sûriyeyê pirsên li ser rola hin tor û saziyên ku li derveyî çarçoveyên fermî dixebitin, derxistiye holê. Di heman demê de dan û standinên DYA-Îranê siya xwe didin ser Lubnanê.

Windakirina jinên ciwan li Sûriyeyê û bandorên dan û standinên DYA-Îranê li ser Lubnanê
8 hezîran, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro behsa mijara windabûna jinên ciwan li Sûriyeyê, li gel pêşketinên têkildarî dan û standinên DYA-Îranê û bandorên wan li ser Lubnanê kir.

‘MALA XWIŞKAN’ LI SÛRIYEYÊ: ÇÎROKÊN WINDABÛNA KEÇAN

Rojnameya Lubnanê El Nehar li ser lêpirsîneke ku ji hêla Saziya Lêpirsînê ya Sûriyeyê ve bi navê "Endezyariya Demografîk, Kontrola Bizorê û Hilweşandina Têkiliyên Malbatê" hatiye weşandin nivîsî ku çend bûyerên windabûna jinên ciwan li Sûriyeyê bi toreke têkiliyan, çalakiyên olî û fînansmanê ku tê bawerkirin ji bo wergirtina jinan e, veqetandina wan ji malbatên wan û ji nû ve şekildana têkiliyên wan ên civakî û olî dixebitin, nîqaşeke berfireh derxist holê.

Lêkolînê diyar kir ku ev mijar ji windabûnên takekesî wêdetir diçe û pirsên li ser rola sazî û dezgehên çavdêriyê û her wiha mekanîzmayên parastin û fînansekirinê derdixe holê. Rojnameyê daxwaza nirxandina çend qanûnên têkildarî rewşa kesane, veguherîna bo îslamê û zewacê kir û xwest lêpirsînên darayî û dadwerî li ser çalakî û saziyên ku di raporê de hatine behskirin.

SAETÊN DIJWAR ÊN DAN Û STANDINÊN DYA-ÎRANÊ... HEWLDANÊN ÎSRAÎLÊ JI BO XERAKIRINA PÊVAJOYÊ

Rojnameya El Exbar behsa dan û standinên DYA-Îranê kir û bal kişand ser rawestandina danûstandinan ji ber nakokiyên li ser çend mijaran, bi taybetî Tengava Hormuzê, mal û milkên cemidî yên Îranê, û bernameya nukleerî, ji bilî helwestên li ser rewşa Lubnanê.

Li gorî rojnameyê, aloziya leşkerî ya dawî ya di navbera Îsraîl û Îranê de di çarçoveya zexta hevbeş a têkildarî danûstandinan de pêk hat. Tehran her têgihîştinek bi bidawîkirina şerê li Lubnanê û vekişîna hêzên Îsraîlê ve girêda, di heman demê de Washington israr kir ku mijara Lubnanê ji pirsgirêka Îranê veqetîne.

LUBNAN ÇAWA DIKARE DI ROJHILATA NAVÎN A NÛ DE SERKEFTÎ BE?

Rojnameya El Şerq El Ewsat li ser siberoja Lubnanê nivîsî, û diyar kir ku ev pirsgirêk êdî ne tenê bi dûrketina ji hilweşîna aborî û siyasî ve sînordar e, lê belê bi hêza welêt ve girêdayî ye ka dikare roleke xwe ya nû di Rojhilata Navîn de destnîşan bike ku pêşîniyên wê ber bi aborî, teknolojî û aramiyê ve diçin.

Rojnameyê nivîsî ku siberoja Lubnanê bi hêza wê ya ji nû ve avakirina saziyên xwe û veberhênana li ser çavkaniyên xwe yên mirovî ve girêdayî ye da ku xwe wekî platformek ji bo zanîn, diyalog û vekirîbûnê bi cih bike.

(k)