Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê gef li Îranê xwarin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku ew ê bersiveke tund bidin her êrişeke Îranê ku Îsraîlê bike armanc.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê gef li Îranê xwarin
10 îlon, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

 Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku sedema wê çi dibe bila bibe û li ku derê pêk bê bila pêk bê, ew ê bersiveke tund bidin her êrişeke Îranê ku Îsraîlê bike armanc.

Di vîdeoya ku ji aliyê buroya Wezareta Parastinê ve hat weşandin de, Katz bal kişand ser êrişeke muhtemel û diyar kir ku dê  Îsraîl ê "zerareke bêhempa bide Îranê" û got ku ev tişt dikare armancgirtina tesîsên enerjiyê yên girîng ên welat jî di nav xwe de bihewîne.

 Katz îdîa kir ku êrişeke bi vî rengî dê Îranê bi dehsalan paşve bibe û rewşa wê hîn bêtir qels bike.