Di 24 saetên dawîn de 2 kes hatin revandin, kesek hate kuştin

Di 24 saetên borî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê 2 kes hatin revandin û kesek jî ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Di 24 saetên dawîn de 2 kes hatin revandin, kesek hate kuştin
10 îlon, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan duh (9 Îlon) li ser rêya “Meqes Ceblê” mêrek ji aiyê 3 kesan hat revandin.

Piştî ku dest danîn seyare û milkên wî, ew kes ber bi rêya Idlibê ve birin û ew li ser rê berda. Hate zanîn ku piştre ew mêr nêzî 4 kîlometreyan meşiya û xwe gihand hêzên ewlehiyê û ew sewqî devereke ewle hate kirin.

Li gundê Xirbet Elyas ê li bakurê Hesekê, di saetên dereng ên şeva Çarşemê de, kesên nenas firoşkarekî zêr revand. Heta niha agahiyî der barê bûyerê de nehatine dayîn, her wiha aqûbeta kesê revandî jî ne diyar e.

Malbata kesê ku hatiye revandin daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku ji bo zelalkirina bûyerê û naskirina çarenûsa wî kesî demildest bikevin nava tevgerê.

Li herêma El Serb a nêzî Pira Herbî ya bajarê Minbicê jî mêrek di encama gulebarana kesên nenas de, hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan da zanîn ku kesê kuştî di dikaneke temîrkirina seyareyan de kar dikir lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

(sb)