Wezîrê Derve yê Israîlê: Hikûmeta nû ya Sûriyê komeke terorîst in

Wezîrê Karê Derve yê Israîlê bi tundî êrişî hikûmeta nû ya Sûriyê şermezar kir û got: “hikûmeta nû ya Sûriyê komeke terorîst e,”

Wezîrê Derve yê Israîlê: Hikûmeta nû ya Sûriyê komeke terorîst in
27 kanûn, 2024   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Israîlê Gideon Sa’ar diyar kir ku divê Israîl li ser dirêjahiya şevê li ber vê hikûmeta nû şiyar be.

Wezîrê israîlî destnîşan kir ku her kes behsa guherîna rejîmê li Sûriyê dike, wekî ku ev hikûmet bi rengekî demokratîk hatiye hilbijartin.

Her wiha got ku ev komeke terorîst in, destpêkê li idlibê bên piştre dest danîn ser Şamê û deverên din.

Wezîrê Derve yê Israîlê Gideon Sa’ar destnîşan kir ku ew sîstemeke islamîst e û wê hewl bide bi yekrengî dest deyne ser tevahiya Sûriyê.