Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Yekrêziya Kurdî bingeha vegerandina koçberan e

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li partî û aliyên siyasî yên Kurdî kir ku nêrîneke siyasî ya yekbûyî çêkin ji ber ku yekrêziya Kurdî bingeha vegerandina koçberan û misogerkirina mafên wan ên rewa ye.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Yekrêziya Kurdî bingeha vegerandina koçberan e
27 kanûn, 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuaniyekê bang li partî û aliyên siyasî yên Kurdî yên li Sûriyeyê kir ku nêrîneke siyasî ya yekbûyî çêkin ji ber ku ev rêya tekane ya pêkanîna aramiyê û vegerandina koçberan e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê qonaxê de pêwistiya bi yekrêziya Kurdî zêdetir bû, nexasim ji ber ku nakokî û dabeşbûnên di hundirê mala Kurdî de bandoreke nerênî li pêşeroja doza Kurdî li Sûriyeyê û dozên koçberan û deverên dagirkirî, dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekrêziya Kurdî van xalan misoger dike:

"Xurtkirina ewlehî û aramiyê: di encamê de koçber bi ewlehî û rûmet ê vegerin deverên xwe yên dagirkirî.

Avakirina baweriyê di nav pêkhateyan de: yekrêziya Kurdî dê ji bo hemû pêkhateyan bibe nimûneya jiyana aştiyane.

Bidestxistina piştgiriya navneteweyî: yekrêziya Kurdî piştgiriya siyasî û hiqûqî ya navneteweyî ji bo doza Kurdî bi xwe re tîne, her wiha derfetên ji nû ve avakirinê û peydakirina pêdiviyên koçberan zêdetir dike."

Di dawiya daxuyaniyê de bang wiha hat kirin:

"Em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdî dikin ku:

1- Konferanseke nîştîmanî ya Kurdî li dar bixin. Di encama wê de mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû ya demokratîk, nenavendî û pirreng de misoger bin.

2- Di destûrê de bi gelê Kurd îtîraf were kirin, ji ber ku ew pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ye.

3- Dagirkeriya Tirk û sûcên wê nexssim guhertina demografî werin bidawîkirin.

4- Piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

5 Hemû pêkhateyên neteweyî biparêzin û têkiliyên bi wekhevî û hezkirin xurt bikin.

Em jî amade ne di nêzîkkirina nêrînên hemû aliyan de, bibin alîkar û komîteyek taybet a diyalogê ava bikin. Hêza gelê me yê koçber di yekitiyê de ye, veger û hêza me jî di yekitiyê de ne."

(mh)