Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne

Şêx Murşid Xeznewî di civînekê li Hesekê de bang li partiyên Kurdî kir ku dev ji berjewendiyên partîtî berdin, yekitiya xwe çêkin û destekê bidin QSD'ê.

Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
Şêx Murşid Xeznewî civînên xwe li Hesekê didomîne
27 kanûn, 2024   20:40
HESEKÊ

Li hola Serdem a bajarê Hesekê civîneke girseyî bi beşdariya Şêx Murşid Xeznewî hat lidarxistin. Di civînê de geşedanên dawîn êm herêmê û girîngiya pêkanîna yekitiya partiyên siyasî yên Kurdî hatin nîqaşkirin.

Di civînê de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di serî de Şêx Murşid Xeznewî li ser zehmetiyên ku gelê Kurd kişandine û karesetên ku hatine serê wî, axivî.

Şêx Murşid got: "Erkê min ê nîştîmanî bû ku ez xwe berpirs bibînim, werim Rojavayê Kurdistanê û di nêzîkkirina hemû aliyên Kurdî de alîkar bim."

Şêx Murşid bang li hemû aliyên Kurdî kir ku di vê dema hestiyar de dev ji berjewendiyên partîtî berdin, destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û destekê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

(mh/he)

ANHA