Wezîra Almanyayê bang li Tirkiyeyê kir: Kurd parçeyek koalîsyona dijî DAIŞ’ê ne 

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî Kurdan dike hedef û got: “Kurd parçeyek koalisyona dijî DAIŞ’ê ne. Lewma çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Suriyeyê girîng e.”

Wezîra Almanyayê bang li Tirkiyeyê kir: Kurd parçeyek koalîsyona dijî DAIŞ’ê ne 
19 kanûn, 2024   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Federal a Almanyayê bi mijara Suriyeyê civînek taybet çêkir. Di destpêka civînê de Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock axivî. Baerbock destnîşan kir ku divê li Suriyeyê di avakirina hikûmeta nû de hemû pêkhate cihê xwe bigirin. 

‘TIRKIYE HÎN JÎ KURDAN DIKE HEDEF’

Baerbock, bi taybetî jî bal kişand ser rewşa Kurdan, her wiha tehdîtên dewleta Tirk û wiha axivî: “Almanya, gumanên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêm dike, lê hewldanên ku dixwazin van gumanan bi operasyonên leşkerî bidawî bike, wê aştî û aramiya li herêmê hîn bi zortir bike. Kurd hîn jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên hedefgirtin. Kurdên li herêmê wekî Almanyayê parçeyek koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne. Lewma çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Suriyeyê girîng e.”  

Annalena Baerbock anî ziman ku ji ewlekariya wan a netewî jî girîng e ku hemû komên li Suriyeyê tevlî pêvajoyê bên kirin û wiha got: “Ez ê ziyareta xwe ya ji bo Tirkiyeyê ku dê roja înê pêk were de, vê mijarê bi zelalî bînim ziman. Eger em berê xwe bidin aliyên cuda ez qet bawer nakim ku dê rêya aştiyê vebibe.”

(a)

ANHA