Fermandara eniya Qereqozaq: Em bi rihê Kobanê şer dikin

Yek ji fermandarên eniya Qereqozaq Roj Engîzek, anî ziman ku di eniyên şer de ji hemû pêkhateyan şervan şer dikin û bi rihê Arîn û Gelhatan êrişên dijmin vala derdixînin.  Roj bang li gelên herêmê kir ku bi yekîtiya xwe careke din mohra xwe li dîrokê bixin.

Fermandara eniya Qereqozaq: Em bi rihê Kobanê şer dikin
19 kanûn, 2024   10:30
QEREQOZAQ
CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ev 11 rojin bênavber êrişî Girê Qereqozaq û Bendava Tişrînê ku dikevin başûr-rojavayê Kobanê, dikin. Li hemberî êrişan şervanên QSD û YPJ’ê jî berxwedanek dîrokî dimeşînin û êrişan têk dibin. 

Derbarê berxwedana tê meşandin de yek ji fermandarên eniya Qereqozaq Roj Engîzek, ji ANHA’yê re axivî.

‘EM NAHÊLIN BIKEVIN XAKA ME’

Roj Engîzek anî ziman ku li Girê Qereqozaq û bendava Tişrînê şerekî bêhempa tê meşandin û got: “Kêliyên destanî çêbûn. Hevalênme bi lehengî têkoşîn dikin, bi cesareteke mezin nehiştin dijmin bihostek têkeve herêma me. Dagirkeran bi teknîka pêşketî, çekên giran êriş kirin û xwestin me dorpêç bikin. Lê em bi îradeya xwe li hemberî wan sekînin. Tenê yek ji me bimînê jî em vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em nahêlin dijmin bikeve xaka me. Em amade ne di her alî de bersiva dijmin bidin.”

Roj Engîzek diyar kir ku di eniya berxwedanê de ji hemû netewan şervan hene û da zanîn ku ew ji bo jiyanek azad, demokratîk û wekhev têdikoşin.

‘LI QEREQOZAQÊ RIHÊ ARÎN Û GELHATAN HEYE’

Roj Engîzek bal kişand Girê Qereqozaq cihekî pir stratejîk e, li vir berxwedanek mezin heye û wiha dom kir: “Ev gir li ser hemû herêma Firatê serwer e. Di vî girî de berxwedanî heye. Em nahêlin ev gir têkeve destê dagirkeran. Plana dijmin ew e ku di ser vî girî re Kobanê dagir bike, lê em nahêlin. Kobanê rûmeta mirovahiyê parastiye, berxwedanek dîrokî nîşan da û temsîliyeta îradeya gel kir. Ji ber vê jî em nahelin Kobanê vegerê 2015`an. Wê demê tenê taxek di destê me de mabû; dagirkeran digotin `Kobanê ket.` Lê bi rihê heval Arîn û heval Gelhat Kobanê hat parastin. Em bi vê rihê nahêlin Qereqozaq têkeve destê wan da ku li ser Kobanê serwer bin.”

‘JI BO PARASTINÊ CAN PÊWÎST BE EM Ê BIDIN’

Roj Engîzek berxwedana ku li herêmê tê meşandin jî vegot û ev nirxandin kir: “Naskirina vê herêmê û bicîhbûn gelekî girîng e. Bi vê yekê em derbeyên mezin li dijmin didin. Em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin. Ew bi çekên xwe yên giran û teknîkê şer dikin, em jî bi îradeya xwe. Tiştekî li pêşiya me bisekine nîn e. Ji bo gel û welatê xwe biparêzin can jî bê em ê bidin.”

‘DIVÊ BEŞDARÎ QSD`Ê BIBIN’

Roj Engîzek di dawiya nirxandinên xwe de bang li gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ew jî bi yekîtiya xwe mohrê li dîrokê bixin û got: “Yekbûna gelê me gelekî girîng e. Bi taybet jin û ciwan divê beşdarî QSD`ê bibin. Ji bo em bi hev re welat û rûmeta xwe biparêzin, destkeftiyên heyî biparêzin divê em mohra xwe dîsa li dîrokê bidin. Divê gelê me bi her awayî piştgiriyê bide QSD`ê. Jinên ciwan divê vê rewşê tehemûl nekin û çavê xwe jê re negirin. Bêdengî mirin e. Qêrîna gelê me tirsê dixe dilê dijmin.”

ANHA