Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike

Miyan Mihemed 8 salî diçe werzîşa taekwandoyê û bang li hemû keçikan kir ku fêrî werzîşa taekwandoyê bibin.  

Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike
Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike
Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike
Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike
Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike
Werzîşvana taekwandoyê: Serkeftin ji îradeyê dest pê dike
11 tîrmeh, 2026   06:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Meyan Mihemed Fewzî Mihemed 13 salî ye, gelekî ji werzîşê hez dike, fêrî taekwondoyê bûye û xwe tê de bi pêş dixe.

Ew ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li bajarê Hesekê dijî. Berî 5 salan li kluba Siqûr a taekwandoyê fêrî taekwandoyê dibe. Hem werzîşê dike û li kêleka wê xwendina xwe dike. Ew niha di refa 5’an de dixwîne.

Meyan ji bo hezkirina xwe ya werzîşa taekwandoyê got: “Ez ji zaroktî ve ji taekwondoyê hez dikim, xalê min karatê dileyîst û ew bi min re bû alîkar ku ez destbi fêrkirina taekwandoyê bibim. Bi taekwondoyê re mirov fêrî exlaq, disiplîn û bawerî dibe û kesayeta mirov xurt dibe. Ez di wê de fêrî gelek tiştan bûm.”

Meyan li ser asta herêmî û navneteweyî lîst û li ser navê akademiya Siqûr a taekwondoyê gelek caran gihaştiye asta yekemîn. Carekê jî li Hewlêrê di asta yekemîn de bi ser ketiye û xelat wergirtiye. Her wiha li bajarê Zaxo dilîze û bi ser dikeve. Li ser asta Sûriyeyê jî gihaşte asta 3`yemîn.

Meyan di van salan de gelek xelat jî wergirtine. Meyan anî ziman ku malbata wê û civak gelekî pê re bûne alîkar.

Di saetên sibehê de Meyan diçe dibistanê û piştî nîvro diçe kluba Siqûr ji bo ku werzîşa xwe bike. Meyan diyar kir ku werzîşa wê li pêşiya xwendina wê nebûye asteng û ew ji werzîşê fêrî disiplîn û baweriyê bûye.

Di dawiyê de Meyan got: “Ez bang li hemû keçikan dikim ku werin werzîşê û xwe fêrî taekwandoyê bibin. Ji bo ku bikarin xwe biparêzin û baweriya wan bi kesayeta wan xurt bibe. Serkeftin ji îradeyê dest pê dike.”

(np)

ANHA