Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir

5 hunermend hewl didin tabloyeke hunerî ya ku nasnameya bajêr nîşan dide, biafirînin.  Hunermendên ciwan navê bajarê xwe Kobaniyê nîgar dikin.

Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
Ciwanên Kobaniyê navê bajarê xwe nîgar kir
11 tîrmeh, 2026   05:05
KOBANÊ
DICLA EHMED

Komeke ciwanên ji Kobaniyê çend dîwarên bajêr bi grafîtiyê xemilandine û dîmenên ku wateyên jiyan û hêviyê vedibêjin, nîgar kirin. Wan her wiha navê "Kobanî" li ser dîwarên kolanên sereke û kêlekê nivîsandin da ku berxwedana qehremanî ya ku bajêr li dijî DAIŞ’ê nîşan da, bi bîr bînin.

Ciwanan diyar kir ku armanca wan ew e ku bajêr bixemilînin û hebûna navê Kobaniyê li her derê bi berhemên hunerî yên ku dîroka wê û qurbaniyên gelê wê nîşan didin, xurt bikin.

Ciwanan da zanîn ku ev wêne peyamek in ku bîranîna bajarekî ku qurbaniyên mezin dane û nirxên mirovahiyê parastine, nîşan dide. Her wiha dan zanîn "Kobanî bajarekî hêjayî xemilandinê ye û divê navê wê li her derê were nivîsandin da ku cîhan dîrok û qurbaniyên wê bizane.

Ciwanan got Kobanî dê wekî ku her kes dizane bimîne û ew ê qet nebe 'Eyn el-Ereb' an jî 'Eyn El Îslam'.

(k)

ANHA