Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şehîdên Kurdistanê bi bernameyên taybet hatin bibîranîn.

Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn
Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn
Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn
Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn
Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn
Li Bakur û Tirkiyeyê şehîd hatin bibîranîn
15 îlon, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Komeleya Yekitiya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ji bo şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, bernameyeke 7 rojan a bîranînê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate lidarxistin.

Bernameyên taybet ên bîranînê li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Colemêrg, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Wan, Erzirom, Mûş, Qers, Agirî, Sêrt, Şirnex, Riha, Êlih, Amed, Dîlok û bajarên Tirkiyeyê yên Enqere, Mersîn, Edene, Hatay, Konya, Manisa, Aydin, Mugla, Balikesir, Stenbol, Bursa, Tekirdag, Kocaeli û Îzmîrê hatin lidarxistin.

Bername bi giştî duh bi dawî bûn. Li deverên ku bîranîn lê hatin lidarxistin girseyên mezin serdana wan kir.