Welatiyên Lubnanê berdêla bêxemiya desthilatê didin

Aliyên siyasî nikarîn krîzên Lubnanê çareser bikin. Di encamê de krîzên siyasî, jiyanî, aborî, ewlekarî û civakî kûrtir bûn. Ev jî dihêle Lubnan ber bi rewşeke aloztir ve biçe.

Welatiyên Lubnanê berdêla bêxemiya desthilatê didin
8 adar, 2024   08:51
BEYRÛT
RANYA EL UBÊD

Li Lubnanê krîzên siyasî bandorê li rewşên jiyanî, aborî, ewlekarî û civakî dike. Di encamê de rêgirtina li ber zehmetiyan dijwartir dibe.

Ji ber parçebûna aliyên siyasî ji bo 2 aliyan; aliyê şîa (Tevgera Emel û Hizbullah) û muxaleftê serokkomarê welat hîna nehatiye hilbijartin.

 Di aliyê aborî de jî ji 2019'an ve dema ku pereyên welatiyan hatin desteserkirin valahî di  Banka Lubnanê de heye. Ji vê zêdekirî diravê Lubnanê her ku diçe nirxê xwe li hemberî dolar ji dest dide. Li gorî raporên dawîn niha lîreya Lubnanê bi rêjeya ji sedî 95 nirxê xwe ji dest daye.

ERÊKIRINA BUDCEYA 2024'AN JI ALIYÊ HIKUMETA LUBNANÊ VE BARÊ WELATIYÊN LUBNANÊ GIRANTIR KIR

Hemwextî krîzên jiyanî, budceya 2024'an a di 27'ê Mijdarê de ji aliyê hikumeyê ve hat erêkirin, barê welatiyan girantir kir.

Pisporên aborî da zanîn ku ev budce ne ji bo îslahê ye, lê ji bo zêdekirina bacên di hemû saktoran de ye, nexasim ku li Lubnanê krîza muçeyan heye ku rêjeya bêkariyê jî ji sedî 40 derbas kir.

Gelek parlamenterên Lubnanê îtîraz li dijî budceya 2024'an kir. Di îtîrazan de hat diyarkirin ku bendên budceyê ne destûrî ne û krîzên aborî çareser nakin.

EWLEKARIYA LUBNANÊ JI ALOZÎ Û ŞERAN BÊPAR NEMA

Piştî hilweşîna qada siyasî û aborî û şerê Xezayê ku di encamê de jî Hizbullah hişt başûrê Lubnanê tev lê bibe, tirs û xofa welatiyên Lubnanê ji rûdana şerekî giştî zêde dibe. Nexasim ku Îsraîl gefên berfirehkirina operasyonên leşkerî li Lubnanê dixwe.

Pisporê aborî yê Lubnanê profesor Mihemed Fihêlî ji ajansa me re diyar kir ku krîzên siyasî û aborî bandor li hemû saktoran kirin û got: "Ji ber tunebûna desthilatdariyê tu biryarên cidî ji bo xelaskirina Lubnaniyan ji krîzan nehatin dayîn."

El Fihêlî wiha domand: "Binketina aliyên siyasî di çareserkirina krîzên siyasî, aborî û ewlekarî yên Lubnanê de, dê Lubnanê ber bi aloziyeke kûrtir ve bibe. Her wiha baweriya welatiyan bi dewletê û saziyan nemaye. Ew di rewşeke zehmet de û li hember pêşerojeke nediyar ne. Ji bo wê jî pêwîst e planek ji bo sererastkirina hemû saktoran bê danîn. Di serî de têkoşîna li dijî gendeliyê, vegerandina pereyên ku hatine talankirin û pêkanîna aramiya ewlekarî û civakî."

(mh)

ANHA