Îranê li dijî gel şer ragihand

Serokê Dadweriya Îranê Gholamhossein Mohseni Ejeî û Muhafizên Şoreşa Lurestanê yên xwepêşanderan mîna "alozker" û “Ajanên amerîka û Îsraîlê"bi nav kirin û li dijî gel şer ragihand.

Îranê li dijî gel şer ragihand
5 ÇILE, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi berdewamkirina xwepêşandanên girseyî ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re, dewleta Îranê, li dijî xwepêşandêran şerekî vekirî ragihand.

Îro Serokê Dadweriya Îranê Gholamhossein Mohseni Ejeî, careke din xwepêşandan mîna "alozker" bi nav kir û ragihand ku ew ê li dijî xwepêşandêran tu "tehamul" nîşan nedin. Gholamhossein Mohseni Ejeî, diyar kir ku "Îsraîl û Amerîka piştgiriyê didin vê aloziyê" û ferman da hêzên ewlehiyê ku xwepêşandanan bi tundî tepeser bikin.

Gholamhossein Mohseni Ejeî, ferman da hêzên ewlehiyê ku kesên rasterast beşdarî xwepêşandanan nabin, lê alîkariya wan dikin jî bigirin û ceza bikin.

Di heman demê de Muhafizên Şoreşa Lurestanê jî di peyama xwe de careke din gef li xwepêşandêran xwar û wan mîna "alozker" bi nav kirin: "Kesên ku dibin sedema nearamiyê, hemû organîzator û çalakvan dê di zûtirîn dem de bên bicîhkirin û hemû berpirsiyar dê werin destnîşankirin û girtin."

Tecrûbeyên berê yên bi vî rengî nîşan didin ku gefên li dijî xwepêşanderan a ji aliyê Gholamhossein Mohseni Ejeî, ku di ewlehî û îstîxbaratê de xwedî paşerojek e, pir caran dibin sedema tepeserkirina tund a xwepêşandanan û girtinan. Çalakvanên mafên mirovan, gefên Gholamhossein Mohseni Ejeî mîna ragihandina şer a li dijî gelê xwe dibînin. Gholamhossein Mohseni Ejeî, di şerê dawî yê di navbera Îran û Îsraîlê de darvekirin û cezayên dijwar ên li dijî muxalifan rewa dîtin û ev yek jî bû sedema pêlek berfireh a darvekirinan.