Wê li Parîsê civînek ji bo parastina Tengava Hurmuzê bê lidarxistin

Serokatiya Fransayê diyar kir ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer wê roja îna bê li Parîsê der barê Tengava Hurmuzê de bi rêya vîdyoyê civînekê bi rê ve bibin.

Wê li Parîsê civînek ji bo parastina Tengava Hurmuzê bê lidarxistin
14 nîsan, 2026   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Fransayê ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer wê roja îna bê li Parîsê, der barê Tengava Hurmuzê de, civînekê bi rêya vîdyoyê li dar bixin.

Qesra Elysee di daxuyaniyekê de diyar kir ku dewletên dixwazin beşdarî peywira parastinê ya pir-neteweyî bibin dikarin tev li civînê bibin. Armanca vê civînê ew e ku azadiya trafîka deryayî li Tengava Hurmuzê vegere, ye.

Berdevkê Nivîsgeha Downing Street ji Kanala Al Arabiya/Al Hadath re got ku Starmer û Macron wê roja înê li Parîsê mazûvaniya lûtkeyek rêberan bikin da ku hewlên navneteweyî yên li ser azadiya trafîka deryayî li Tengava Hurmuzê tensîq bikin.

Nivîsgeha Downing Street diyar kir ku "civîn wê li ser planeke hevrêz, serbixwe û pir-neteweyî bixebite da ku rêyên keştîvaniyê yên navneteweyî piştî bidawîbûna şer biparêze".

(ac)

ANHA