‘Heya Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe em dest ji têkoşînê bernadin’

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

‘Heya Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe em dest ji têkoşînê bernadin’
1 sibat, 2024   15:11
ŞEHBA

Li Şehbayê Rêvberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê têkoşînê bidomînin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Daxuyanî li Kampa Serdem ji hêla endama Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Serdem Gulistan Mistefa û hevserokê Desteya Çand û Hunerê Mihemed Weysî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Sîstema cîhanê ya hegemon bi pêşengiya Amerîka, Ewropa, dewletên herêmê yên ku Kurdistan dagir kiriye û Îsraîlê, her wiha bi alîkarî û xiyaneta desthilata PDK’ê, komplo pêk anîn û zagona navneteweyî binpê kirin û Rêber Abdullah Ocalan dîl girt.”

Her wiha hate gotin: “Di salvegera 25’emîn a komployê de em berxwedana dîrokî ya Rêber Apo pîroz dikin ku sîstema Îmraliyê ya li dijî pîvanên mirovahiyê, kir vejîneke nû ji bo gelê Kurd û gelê Kurdistanê û peradîgmaya neteweya demokratîk, biratiya gelan, jiyana hevbeş û azadiya jinan kirin diyarî.”