DYA’yê bang li Şamê kir: Komkujiyan rawestîne û hesab bipirse!

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bang li Şamê kir ku binpêkirin û komkujiyên li başûrê Sûriyeyê rawestîne û hesab bipirse.

DYA’yê bang li Şamê kir: Komkujiyan rawestîne û hesab bipirse!
20 tîrmeh, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku "Ji bo rawestandina komkujî û binpêkirinên giran ên li başûrê welat rû didin bi lez bikeve tevgerê."

 Rubio hişyarî da ku berdewamiya tundiyê siberoja Sûriyeyê tehdîd dike

Rubio bi daxuyaniyekê got "Washington di sê rojên borî de bi awayekî mezin bi Îsraîl, Urdun û rayedarên Şamê re dan û standin kir da ku pêşketinên metirsîdar û xeternak ên li başûrê Sûriyeyê diqewimin çareser bike."

Wezîrê DYA’yê de bang li desthilata Şamê kir ku bilez destdirêj û qetilkirina sivîlan rawestîne û got "bêcezakirin êdî nayê qebûlkirin. Endamên rejîmê jî di nav de divê çi kesên ku destên wan di van bûyeran de hene werin muhasebekirin."

Rubio bi domdarî got: " Eger Şam di avakirina Sûriyeya bê DAIŞ û bêyî bandora Îranê de cidî be, divê hêzên wê yên ewlehiyê rê nede komên cîhadî yên tundraw ku derbasî herêmê bibe û divê komkujiyan rawestîne."

Rubio xwest ku "şer di navbera komên Druz û Bedewî de dimildest were rawestandin." û got, divê sivîl werin parastin û rê li ber her gurrbûneke din ku dikare rewşa mirovî aloztir bike, bê girtin.

 Li ser erdê jî li Siwêdayê aramiyeke bi baldarî serdest e, li gundên dûrî navenda bajêr hin binpêkirin çêdibin.

Li aliyekî din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku tevgereke zêde ya hêzên Îsraîlê li herêma Munteqez El Colan a nêzî bendava Mentera ya gundewarê navîn ê Quneytîrayê heye.

(bb)