UNIFIL: Ji bo ku artêşa Lubnanê li başûr bi cih bibe em piştgir in

Hêzên UNIFIL'ê got ew amade ye piştgiriya artêşa Lubnanê bike ji bo ku ew li başûrê Lubnanê bi cih bibe. Li gorî UNIFIL`ê ev hewldanên wê, dê “başûreke bi ewletir” peyda bike.

UNIFIL: Ji bo ku artêşa Lubnanê li başûr bi cih bibe em piştgir in
30 îlon, 2025   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên UNIFIL'ê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ew amade ye piştgiriya artêşa Lubnanê bike ku ji nû ve li başûrê Lubnanê bi cih bibe. Hêza navneteweyî wiha domand: “Hevkariya bi artêşa Lubnanê re, di bersivandina astengiyan û parastina başûreke ewletir de, alîkariyê dide.” 

UNIFIL'ê li ser hesabê xwe yê “X” got: “dewriyeyên hevbeş dê mayinan bê bandor bikin ta bigihêjin vekirina rêyan”.

UNIFIL`ê ragihandibû ku her dewriyeyek bi artêşa Lubnanê re û helwesta civakan jê re, karek ji bo mirovahiyê ye û îşaret bi rawestbûna jiyanê û xeteriya nearamiya herêmên başûr di vê dawiyê de kir.

Îsraîl û Hizbullahê Lubnanî, Mijdara borî ji bo agirbestê li hev kiribûn.

(mh/şx)