Mercên pêşniyara rawestandina cezayên "Qeyser" hatin diyarkirin

2 endamên parlamentoya Amerîkayê pêşniyar kirin ku cezayên "Qeyser" werin rawestandin. Ji bo vê yekê herdu endaman mercên hişk diyar kirin.

Mercên pêşniyara rawestandina cezayên "Qeyser" hatin diyarkirin
30 îlon, 2025   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

2 parlamenterên Amerîkayê Lindsey Graham û Chriss Van Holn pêşniyar kirin ku cezayên "Qeyser" werin rawestandin, lê divê ji bo pêkanîna vê yekî şert û merc hebin.

Merc wiha ne: divê Sûriye bi fermî tev li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bibe, mafên pêkhateyên olî û neteweyî biparêze û wan di pêvajoya siyasî de beşdar bike, têkiliyên xwe bi dewletên derdorê re bi taybetî bi Îsraîlê re aram bike û sûcdaran bi taybetî yên ku sûcên li dijî pêkhateyên olî pêk anîne darizîne.

Li gorî pêşniyarê, serokê Amerîkayê dê pabendiya Şamê bi van mercan bişopîne û her 120 rojan raporê rake, eger 2 caran ew merc hatin binpêkirin, ceza dîsa tên çalakkirin.

(mh/şx)