UNHCR: Li Îranê nêzî 3.2 milyon kes koçber bûn

UNCHR’ê ku ji ber şer û êrişên li Îranê, koçberiya navxweyî zêde bû û li seranserî welat di navbera 1.9 milyon û 3.2 milyon kesan koç bûn.

UNHCR: Li Îranê nêzî 3.2 milyon kes koçber bûn
19 adar, 2026   14:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), raporek parve kir û cih da bandora şer û pevçûnan a li ser jiyana sivîlan. Di raporê de daneyên hikûmeta Îranê weke çavkanî hatin nîşandan û hate gotin ku li seranserî welat di navbera 600 hezar û milyonek malbatan ji ber ewlehiyê bi awayekî demkî malên xwe terikandine û ev jî teqabûlê milyonek û 900 hezar kesan û 2 milyon kesan dike. 

 HERÎ ZÊDE JI TEHRANÊ KOÇ DIKIN

 Bi domdarî hate gotin ku herî zêde welatî ji Tehranê koç dikin û bi sed hezaran kesan bajar terikandine û ber bi herêmên bakur û yên çolter ên biewletir ve koç kirine. Hat gotin ku li Îsfehan, Şîraz û Tebrîzê jî ber bi cihên çolter ve liv û tevgereke zêde heye.

 DIBE KU BI SER DANEYÊN FERMÎ RE BE

UNHCR’ê, da zanîn ku dibe ev daneyên heyî rastiyê tam venebêjin û pêla koçberiyê hêj mezintir be. Çavdêriyên herêmî û daneyên li qadê dibêjin ku dibe ku koçberiyê ji bajaran a ber bi gundan ve hîn zêdetir be.

 ŞER BANDORÊ LI DEMOGRAFYAYÊ JÎ DIKE  

 Di raporê de hate gotin ku şer ne tenê li qada leşkerî lê bandoreke giran li ser jiyana rojane ya gel û civakê jî dike. Hat destnîşankirin ku liv û tevgera koçberiya navxweyî, bandoreke mezin li ser demografyaya herêmê jî dike.