Gerîlayên YRK’ê agirê Newroz geş kirin

Gerîlayên YRK’ê agirê Newroz geş kirin
19 adar, 2026   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê bi vêxistina agir û girtina dîlanê Newroza îsal pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de şehîdên azadiyê hatin bîranîn û peyamên ji bo gelê Kurd hatin dayîn.

Di peyaman de tekezî li ser azadiya Rêber Apo hat kirin û hat gotin ku têkoşîna gelê Kurd gihiştiye qonaxeke çarenûsaz.

Her wiha diyarkirin ku Kurd di vê têkoşînê de bûne xwedî ezmûn û destkeftî. Gerîlayan got ku di vê salê de tevî Kurd di rewşek dijwar re derbasbûn jî lê serê xwe ji dagirkeran re neçemandin û bi berxwedaniyek mezin têkoşiyan.

Her wiha gotin ku ew jî mîna gel guh nadin zehmetiyan û soza xwe dubare dikin ku ewê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd.