Trump: Şerê li dijî Îranê dibe ku di demeke nêz de bi dawî bibe

Serokê DYA'yê Donald Trump dubare kir ku heta hilbijartinên navberê yên 3'ê Mijdarê wê êrişeke nû li dijî Îranê nekin. Trump got, şerê li hemberî Îranê dibe ku di demeke nêz de bi dawî bibe.

Trump: Şerê li dijî Îranê dibe ku di demeke nêz de bi dawî bibe
30 cotmeh, 2026   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump roja Înê ji radyoya KCMO‘yê re axivî ku navenda wê li Kansas City ye û bêyî ku agahiyeke şênber li ser bidawîbûna şer bide, got "Di demeke nêz de wê bi dawî bibe. "

Trump yek ji daxwazên bingehîn ên DYA'yê dubare kir û got, "Pêwîstiya me bi wê garantiyê heye ku ti carî nebe xwediyê çeka nukleerî. "

Trump 8'ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihandibû û gotibû heta hilbijartinên navberê yên 3'ê Mijdarê wê êrişeke nû nebin ser Îranê.