Trump: Îran bi temamî hildiweşe

Serokê Amerîkayê Donald Trump, hemwextî amadekariya rêveberiya wî ya ragihandina cezayên aborî yên nû li ser Îranê, got: " Îran bi temamî hildiweşe."

Trump: Îran bi temamî hildiweşe
24 tebax, 2026   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro got Îran "bi temamî hildiweşe". 

Trump di nivîsekê de li ser platforma xwe ya Truth Social weşandiye got: "Îran bi temamî hildiweşe!!!".

Lê hûrgiliyên din der barê daxuyaniya xwe de neda.

Gotinên Trump di demekê de tên ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisnett ragihand ku Washington dê "êrişa herî mezin a darayî" li dijî Îranê dest pê bike û dê hûrgiliyên tedbîran di civîneke çapemeniyê ya paşê de werin aşkerakirin.

(f)