Balafirên şer û keşfê yên Îsraîlê li ser Derayê digerin

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ket gundê Seyda Hanûtê yê Quneytrayê. Di heman demê de balafirên şer û keşfê li ser parêzgeha Derayê digerin.

Balafirên şer û keşfê yên Îsraîlê li ser Derayê digerin
24 tebax, 2026   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li parêzgehên başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

Li gorî agahiyan, dewriyeyeke hêzên Îsraîlê îro ket gundê Seyda Hanûtê yê başûrê Quneytrayê.

Hate zanîn ku balafirên şer û keşfê yên Îsraîlê li ser Derayê û hin deverên din ên başûrê Sûriyeyê digerin.

(bb)