Trump: Hûn ê di demek nêzîk de bibînin wê çi bi tesîsên enerjiya Îranê bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dê cîhan di demek nêzîk de bizanibe ka dê çi bi serê tesîsên enerjiyê yên Îranê were. Trump reftarên dewletên NATOˊyê yên der barê Îranê de rexne kirin û got wan tişt nekir ev jî "şermezarî" ye.

Trump: Hûn ê di demek nêzîk de bibînin wê çi bi tesîsên enerjiya Îranê bibe
22 adar, 2026   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Kanala 13ˊan a Îsraîlî re got ku "encama hişyariya dawî ya ku min ji tesîsên enerjiyê yên Îranê re daye dê pir baş be û hûn ê di demek nêzîk de bibînin."

Trump diyar kir ku, "Wê Îranê bi tevahî hilweşîne û ew ê di wê yekê de bi awayekî baştir bixebite," û got ku "Îran 47 sal e pir xirab e û niha cezayê xwe yê tê xwestin distîne."

Serokê Amerîkayê rexne li "reftarên" NATOˊyê yên li hember Îranê kir" û got, "Welatên NATOˊyê tiştekî nakin û ev pir mixabînî ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwaribû ku dê li tesîsên enerjiyê yên Îranê bixe heya ku ew di nav 48 saetan de Tengava Hurmuzê veneke, di heman demê de Tehranê soz dabû ku dê bersivek berfireh bide tesîsên petrol û gazê û berjewendiyên Amerîkayê li herêmê.

(fr)