Li taxa Sukerî ya Helebê pevçûn derket; hejmarek kes birîndar bûn

Li ser bingeha aloziya di navbera çekdarên 2 malbatan de, li taxa Sukerî ya bajarê Helebê belavbûna ewlehiya ya zêde heye.

Li taxa Sukerî ya Helebê pevçûn derket; hejmarek kes birîndar bûn
22 adar, 2026   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kirine, beriya 2 rojan hejmarek kesên tohmetbar li welatiyek da, ji ber wê di nava şêniyan de hêrs û nerazîbûnek derket.

Ew bûyer di îro re derket û li nava taxa Sukerî ya Helebê bû sedema pevçûnan, di encamê de hejmarek kes bi guleyan birîndar bûne û rakirin nexweşxaneyan.

Piştî bûyerê, hejmarek ciwan li taxê kom bûn, hemwextî wê jî Ewlekariya Hundirîn gihîştin cihê bûyerê ku bûyerê vehewînin.

Lê tevlihevî dewam kir, çekdarekî gule avê endamên Ewlekariya Hundirîn, bi wê re endamek di lingê xwe de birîndar bûn.

Niha li taxa Sukerê di nava hişyariyên alozî girantir bibe de metirsiyek di nava şêniyan de heye.

(fr)