Trump: Em ê firset dawî ya danûstandinan bidin Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku dê Washington firseta dawî ya danûstandinê bide Îranê. Trump destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina aloziya bi Îranê re lez û beza wî nîn e.

Trump: Em ê firset dawî ya danûstandinan bidin Îranê
20 gulan, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyên yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro ji rojnamevanan re got, "Em ê firseta dawî (ji bo danûstandinan) bidin û ez ne lez û bez im."

Trump anî ziman ku "Pêkanîna armancên girîng ji destnîşankirina dema bidawîkirina wan girîngtir in."

Duh, Trump di civîna li Koşka Spî ligel senatoran de diyar kiribû dê DYA şerê bi Îranê re bi lezeke mezin bi dawî bike.

(fr)