Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan

Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Qamişloyê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji destpêka Çileyê ve li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîl in çalakiyek organîze kir.

Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
Li Qamişloyê çalakiya bi daxwaza berdana dîlgirtiyan
20 gulan, 2026   19:12
QAMIŞLO

Malbatên dîlgirtiyan û xelkê Qamişloyê li Çerxerêya Şehîdan a bajêr çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan hat kirin.

Malbatan wêneyên zarokên xwe û pankartên "Azadî ji bo dîlgirtiyan", "em esîrên xwe dixwazin", "bijî berxwedana esîran" hildan. Piştre çalakî veguherî xwepêşandanê û li kolanên bajêr geriya.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD'ê de jî 491 kes hatin berdan.

(fr)

ANHA