Hikumeta demkî xwepêşandana xwediyên rafîneriyên petrolê qedexe kir

Hêzên hikumeta demkî rê li ber xwediyên rafîneriyên petrolê ku ber bi meydana sereke ya Helebê ve diçûn, girt. Xwediyên rafîneriyan hewl da xwepêşandanekê bi daxwaza başkirina rewşa debarê û dabînkirina alternatîfên jêderên dahatên xwe li dar bixin.

20 gulan, 2026   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, xwediyên rafîneriyên petrolê li Helebê hewl da ku ber bi Qada Seedellah El Cabirî ve biçin da ku xwepêşandanekê bi armanca başkirina şert û mercên jiyanê û peydakirina alternatîfên dahatên jiyanê li dar bixin. 

Lê, hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rêya wan li nêzî Pira Saxûr girt û qedexe kir ku xwepêşandanê li dar bixin.

Ev xwepêşandan digel nîqaşên berdewam li ser rafîneriyên petrolê yên bingehîn ên li gelek herêmên Sûriyeyê belav bûne û zirara jîngeh û tenduristiyê ya ku ew dikin, tên. di heman demê de beşek ji şêniyan ji ber şert û mercên aborî yên dijwar ên welat wekî çavkaniyek dahatê xwe dispêre wan.

(fr)