Trump: Di hemû mijaran de bi Netanyahu re me
Serokê Amerîkayê, piştî bi serokwezîrê Îsraîlê re axivî, diyar kir ku ew di hemû mijaran de bi Netaynyahu re ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re dosyayên bazirganî û Îranê û hin mijarên din nîqaş kir.
Trump di nivîsa xwe ya li ser malpera Truth Social'ê de got, "Min û serokwezîrê Îsraîlê der barê gelek mijaran de axivî, di nav de jî bazirganî û Îran û hwd." Trump got ew di hemû mijaran de bi Netanyahu re ye.
Malpera Axios jî duh gotibû ku Trump wê mijara agirbesta Xezayê, peymana girtiyan û dan û standinên nukleerî yên bi Îranê re, bi Netanyahu re gotûbêj bike.
Girêdayî wê, berî 2 rojan Amerîka û Îranê tûreke nû ya dan û standinên nukleerî li Romayê dest pê kir.
(mh/fr)