Rêveberiya Xweser sala xwendinê ya 2024-2025’an heta 29’ê Gulanê dirêj kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala xwendinê ya 2024-2025’an heta 29’ê Gulanê dirêj kir.

Rêveberiya Xweser sala xwendinê ya 2024-2025’an heta 29’ê Gulanê dirêj kir
22 nîsan, 2025   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî Desteyên Perwerdê û Fêrkirinê yên li kantonan biryarnameya bi jimareya /7/ derxist, ku sala xwendinê ya 2024-2025’an heta 29’ê Gulana 2025’an hatiye dirêjkirin.

Di hûrgiliyên biryarnameyê de tê gotin ku di xala 1’ê de dewama sala xwendinê heta 29’ê Gulanê hatiye dirêjkirin û di xala 2’yê de ji hemûyan hat xwestin ku yekser pabendî van perspektîvan bin.

Li gorî desteyê, armanc ji vê gavê ew e ku domandina fêrkirinê were misogerkirin û zemîneke fêrkirinê ya guncaw ji xwendekarên li herêmê re were dabînkirin û demeke zêde li pêş xwendekaran were vekirin ku xwendina xwe digel van astengiyên heyî de temam bikin.

(fr)