Trump bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî û siyaseta derve re dicive

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê aloziya Îranê bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî û siyaseta derve re dicive.

Trump bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî û siyaseta derve re dicive
27 nîsan, 2026   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnamevanê malpera Axios a Amerîkayê Barak Ravid, serokê Amerîkayê Donald Trump bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî û siyaseta derve re dicive.

Barak Ravid li ser Xˊê nivîsand ku: "Wê di civînê de danûstandinên bi Îranê re û vebijarkên li gorî pêvajoya bê ya şer guncaw in werin nîqaşkirin."

Li aliyekî din jî, kanala ABC News ku agahiyên xwe dispêre 2 rayedarên Amerîkî, "rêveberiya Trump baweriya xwe ya li ser bandora dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê zêde dike, li beramberî wê gumanên zêde li ser şiyana danûstandina bi danûstandkarên heyî yên Îranê re ji bo bidestxistina encamên tên xwestin zêde dibin."

Axiosˊê bi bîr xist ku Îranê bi armanca jinûve vekirina Tengava Hurmuzê û bidawîkirina şer pêşniyar nû ji Amerîkayê re rakirine û wê piştre danûstandin li ser mijara nukleerê were kirin."

ABCˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî xwe diyar kir ku şertên Îranê pêşniyar kirine ji xetên sor ên rêveberiya Amerîkayê diyar kirine pir kêmtir in.

(fr)