Trump: Agirbesta Îsraîl û Lubnanê 3 hefteyan hat dirêjkirin

Piştî danûstandinên nû yên balyozên Îsraîl û Lubnanê li Koşka Spî, Trump ragihand ku agirbest 3 hefteyên din hate dirêjkirin.

Trump: Agirbesta Îsraîl û Lubnanê 3 hefteyan hat dirêjkirin
24 nîsan, 2026   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê de li ser platforma Truth Social got "agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de dê 3 hefteyan were dirêjkirin" û diyar kir ku civîn "pir baş derbas bû".

Di daxuyaniya xwe ji bo rojnamevanan de Trump destnîşan kir ku "derfeteke mezin" îsal ji bo îmzekirina peymana aştiyê heye û texmîn kir ku di hefteyên bê de hevdîtinek di navbera serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokê Lubnanê Cozêf Ewn de pêk were.

Lubnanê beriya danûstandinan ragihandibû ku ew ê daxwaza dirêjkirina agirbesta ku ji 17ˊê Nîsanê ve di miryetê de bixwaze ku mehek din were zêdekirin.

Ewn da zanîn ku daxwazên welatê wî dirêjkirina agirbestê, rawestandina wêrankirina malan û êrişên li dijî welatî, cihên olî, rojnamevan, xebatkarên tibî û perwerdehiyê ne. Ewn amaje pê kir ku ew dixwaza serdana Washingtonê bike û rewşa Lubnanê şîrove bike û peywendiya bi Netanyahu re "ne di heseban de ye".

Ev pêşketin, digel aloziya meydanî ya dualî de pêk tên. Hizbullah û Îsraîl hevdu ji ber binpêkirinên agirbestê tawanbar dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihandibû ku 3 kes di êrişa Îsraîlê li başûr de hatine qetilkirin.

Li aliyekî din jî, Hizbullahê weke bersivdana binpêkirina agirbestê mûşek avêtin bakurê Îsraîlê û daxuyand ku êrişî kombûnên leşkerên Îsraîlî kiriye û droneke li başûrê Lubnanê xistiye.

Di hevdîtinên Washingtonê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Jay D. Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio, Balyozê Îsraîlê Yehiel Leiter, Balyoza Lubnanê Nada Hamade Muawed, Balyozê Amerîkayê li Lubnanê Michel Issa û Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê Mike Huckabee beşdar bûn.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî gera danûstandinên berê yên di 14ˊê Nîsanê de agirbestek bi 10 rojan ragihandibû.

girêdayî mijarê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar bang li Lubnanê kir ku di rûbirûbûna Hizbullahê de, ku wî wekî "astengiyek li pêşiya aştiyê" bi nav kir, hevkariyê bike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî diyar kir ku pêwîst e welatên herêmî di her danûstandinekê de beşdar bibin da ku aştiyek mayînde were misogerkirin.

(fr)