2 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin

Li Hesekê 2 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin.

2 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin
23 cotmeh, 2023   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku wan roja Înê (13′ê Cotmehê), 2 belavkar û bikarhînerên medyên hişbir li Hesekê hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê di encamên xebtaên xwe yên rojane yên şopandin, lêgerîn û têkbirina madeyên hişbirê de, 2 kesên guman li ser wan hebûn ku van madeyên bi kar tînin, şopandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encamên şopandina tevgera her du kesan û komkirina delîlan de, piştrast bû ku her du kes madeyên hişbirê bi kar tînin û belav dikin.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê bi operasonekê girtin ser cihê her du kesan û wan zeft kirin. Her wiha hate got, li cem her du kesan 78 hebên hişbir, 1 iPad û telefoneke destan hatin dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du bikarhîner û belavkarên madeyên hişbirê sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin

 (mh)