El Şeybanî: Lihevkirineke nêzîk bi Îsraîlê re nîn e

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanê anî ziman ku lihevkirineke stratejîk a nêzîk bi Îsraîlê re nîn e û got, armancên pêşîn ên qonaxa heyî rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê ne.

El Şeybanî: Lihevkirineke nêzîk bi Îsraîlê re nîn e
21 tebax, 2026   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî li paytexta Pakistan Îslamabdê daxuyaniyek da.

El Şeybanî behsa peywendiyên muhtemel bi Îranê re kir, lê got "Divê Îranê komkujiyên ku di qonaxa şoreşê de li dijî gelê Sûriyeyê pêk anîbû, nas bike."

Eseed El Şeybanî, pesnê rola Pakistanê wekî navbeynarkê çareserkirina aloziya navbera Îran û DYA‘yê da û daxuyand ku Pakistanê heya niha pêşniyar nekiriye ku bibe navbeynarkê Şam û Tehranê.

Têkildarî têkiliyên bi Îsraîlê re jî El Şeybanî anî ziman ku pir zû ye ku nîqaş li ser lihevkirineke stratejîk bi Îsraîlê re were kirin, armancên pêşîn ên qonaxa heyî rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê ne.

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî got, "Sûriye xwedî serwerî ye, mafê Şamê ye ku têkiliyên xwe bi derve re û hevalbendên xwe diyar bike, lê nabe ku Îsraîlê hevpeymanî an hevkariya xwe li ser Sûriyê ferz bike."

(bb)