The Lancet Global Health: Di 15 mehan de zêdetirî 75 hezar filistînî mirine

Di lêkolînekê de ku ji aliyê kovara The Lancet Global Health ve hatiye weşandin, tê gotin ku di 15 mehan de 75 hezar filistînî li Xezayê de hatine kuştin.

The Lancet Global Health: Di 15 mehan de zêdetirî 75 hezar filistînî mirine
20 sibat, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara tibê The Lancet Global Health duh der barê şerê Xezayê û hejmara qurbaniyan de lêkolînek weşand.

Li gorî lêkolînê, di 15 mehên şerê Îsraîl û Hemasê de li Xezayê zêdetirî 75 hezar filistînî hatine kuştin.

Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku rêjeya jin, zarok û kesên bitemen ên di şer de bûne qurbanî ji sedî 56 e. Ev rêje nêzî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ye.

Li gorî nivîskarên lêkolînê, ev lêkolîna yekem a serbixwe ya li ser bingeha nifûsê ya mirinan li a Xezayê hatiye çêkirin.

Di lêkolînê de hatiye destnîşankirin ku "Delîlên hatine komkirin nîşan didin ku heta 5’ê Çileya 2025’an, ji sedî 3-4 nifûsa Xezayê ji ber tundiyê hatiye kuştin û hejmareke mezin a miriyan ne girêdayê tundiyê ye, lê ji ber şerê nerasterast e."

Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku nêzî 16 hezar kes ne ji ber tundiyê lê ji ber sedemên din ên wekî nexweşiyan mirine.

(bb)