Di rojnamayan de gotûbêjên li ser fermana efûyê ya Sûriyeyê û danûstandinên îran-amerîka

Fermana Efûyê li Sûriyeyê ya bi hejmara 39’an bûye sedema gengeşeyên berfireh, bi taybet ku ew ne li ser bingeha Danezana Destûrî hatiye derxistin. Li aliyekî din dan û standinên Îran- DYA’yê ji nû ve ketin rojevê.

Di rojnamayan de gotûbêjên li ser fermana efûyê ya Sûriyeyê û danûstandinên îran-amerîka
20 sibat, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro ser nakokiyên yasayî û destûrî yên li ser Fermana Efûyê ya bi hejmara 39’an a li Sûrîyeyê, li gel pêşketinên têkildarî dan û standinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîsîn.

‘EFÛYEKE SEROKATIYÊ BI TEHMA SIYASÎ: EL ŞARI ‘DANEZANA DESTÛRÎ’ DERBAS KIR’

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameyên Erebî li ser nakokiya di nav derdorên yasayî û mafên mirovan de derket, piştî derxistina fermana efûyê ya giştî ji hêla serokê hikûmeta demkî ya Sûrîyeyê, Ehmed El Şari ve, nivîsî.

Rojnameya Lubnanê El Exbar destnîşan kir ku tu bendek destûrî ya zelal tune ye  ku desthilata derxistina efûyeke giştî di dema veguhêz de dide El Şeri.

Rojnameyê bal kişand ser nerînên pisporên hiqûqî yên ku dibêjin, li gorî Danezana Destûrî efûyên giştî bi tevahî di bin desthilata Meclîsa Gel de ne, lê serokomar tenê dikare efûyên taybet derxîne.

‘FERMANA EFÛYÊ LI SÛRIYEYÊ NAKOKIYÊN HIQÛQÎ DERDIXE HOLÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd ragihand ku fermana efûyê di nav derdorên hiqûqî yên Sûriyeyê de nakokîyên berfireh derxistine holê, bi taybet di derbarê lihevhatina wê bi Danezana Destûrî ya ku serdema veguhêz birêve dibe re. ji ber ku Danezana Destûrî efûyên giştî spartiye Meclîsa Gel.

Rojnameyê li ser zimanê pisporên hiqûqî nivîsî ku efûyên giştî divê ji hêla desthilata zagonsaz ve werin dayîn, û diyar kir ku Danezana Destûrî desthilata dayîna efûyekê nade serok.

‘MA EFÛYA GIŞTÎ YA LI SÛRIYEYÊ BINGEHEKE XWE YA DESTÛRÎ HEYE?

Rojnameya El Nehar bal kişand ser hişyariyên ku bikaranîna desthilata efûya giştî ji hêla desthilata cîbicîker ve, û nebûna Meclisa Gel û Dadgeheke Destûrî ya bi bandor de, dikare bibe binpêkirina prensîba veqetandina desthilatan a ku di Danezana Destûrî de hatiye destnîşankirin.

‘ÎRAN Û DYA: LIHEVKIRIN AN ÊRIŞEK NÛ?

Rojnameya Independent Arabia behsa pêvajoy danûstandinên Îran - Amerîka kir, û dualîtîyek destnîşan kir, yek daxuyaniyên fermî yên ku behsa pêşketina di danûstandinan de dikin, û yek jî raporên medyayê yên ku hişyariya gurbûna leşkerî didin.

Rojnameyê destnîşan kir ku gera dawî ya danûstandinan ji hêla Îranî ve wekî "avaker" hatiye binavkirin, ku têgihîştinên giştî li ser hin mijaran hatine bidestxistin. Berevajî vê, hin rapor behsa îhtîmala êrîşek leşkerî dikin ger pêvajoya danûstandinan têk biçe.

(k)