Şandeya NY’yê civînên xwe yên li Sûriyeyê didomîne

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku cîgirê nûnerê taybet ê Sûriyeyê Claudio Cordone, niha serdana Şamê dike da ku bi rayedarên hikumetê, aiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re di çarçoveya berfirehkirina piştgiriya NY`yê de bicive.

Şandeya NY’yê civînên xwe yên li Sûriyeyê didomîne
20 sibat, 2026   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stéphane Dujarric got cîgirê nûnerê taybet ê Sûriyeyê Claudio Cordone niha li Şamê ye.

Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku Cordone bi rayedarên hikumeta demkkî ya Sûriyeyê, aktorên siyasî, saziyên NY’yê, hevkarên dîplomatîk û endamên civaka sivîl re dicive.

Dujarric diyar kir ku di dema serdanê de xebat ji peydakirina derfetên nû yên hevkariyê bi hikumetê re ji bo xurtkirina parastina zarokan û berfirehkirina piştgiriya NY`ê hat kirin.

Dujarric got berpirsê NY`ê diyar kir ku teqemeniyên neteqiyayî û mayinên bejayî hîn jî pirsgirêkeke mezin in û ji hevkaran xwest ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê piştgiriya hewldanên NY’yê û Sûriyeyê bikin.

(k)