Tevgerên Îranê û hilbijartinên Başûrê Kurdistanê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa hewldana Îranê ya sûdwergirtina ji tetbîqatên Erebistana Siûdî, hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û rewşa Lubnanê kir.

Tevgerên Îranê û hilbijartinên Başûrê Kurdistanê rojevên rojnameyên erebî ne
23 cotmeh, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê “Îranî dixwazin sûdê ji însiyatîfa Siûdiyê wergirin da ku bibêjin ew nêzî dewletên Kendavê ne” nûçeyek nivîsî. 

Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên fermandarê Hêzên Deryayî yên artêşa Îranê Şahram Îranî yên li ser tetbîqatên hevbeş ên bi Siûdiyê re li Deryaya Sor, xwesteka Tehranê ya ku xwe nîşan dide nêzî dewletên Kendavê ye, aşkera dikin. Lê tevî wê diyar e ev însiyatîf şeklî ne û tu rehendên wê yên siyasî, wekî Îran dixwaze, nîn in.

Rojnameyê aşkera kir ku ji Riyadê der barê tetbîqatan de tu daxuyanî nehatine dayîn, lê şopînerên kar û barên Kendavê texmîn dikin ku pêşandana Siûdiyê ya pêkanîna tetbîqatan ger rastî be, ji nîşandana şeklî ya xwesteka diyaloga bi Îranê re derbas nakin.

‘HERÎ ZÊDE HEVALBENDIYA BARZANÎ-TALEBANÎ NÊZÎ BIRÊVEBIRINA HERÊMA KURDISTANÊ YE’

Der barê hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê de rojnameya Şerq El Ewset diyar kir ku hêzên siyasî îro li pêşberî mafên avakirina hikumeteke nû ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku dan û standinên partiyan ji bo hikumeta federal a Bexdayê yan jî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hebin jî, ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera partiyan de, rûbirûyî astengiyên mezin hatine, lê hêviyên avakirina hikumetekê ji bo herêmê hene.

‘HOCHSTEIN LI LUBNANÊ YE; VALAHIYA DAN Û STANDINÊ, NÎŞANEYÊN ERÊNÎ Û PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ’

Tora El Eyn El Exbariye bi vî sernavî nûçeyek nivîsî. Torê diyar kir ku serdana nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Lubnanê Amos Hochstein û hevdîtinên wî yên bi gelek berpirsan re, tu encamên yekser bi dest nexistin, lê hin nîşaneyên der barê helwesta Amerîkayê de ku dibe ku bibe sedema rawestandina şer, pêşkêş kirin.

Torê li gorî agahiyên hin pisporan diyar kir ku şandeya Amerîkayê bi berpirsên Lubnanê re komek pêşniyar û nêrînên girêdayî rêbaza pêkanîna biryara 1701ʹan a bi armanca bidawîkirina şerê heyî, pêşniyar kirin.

Li gorî pisporên stratejîk jî, şandeya Amerîkayê ji berpirsên Lubnanê re gelek şertên Îsraîlê yên girêdayî destûrdayîna balafirên Îsraîlê û hêzên deryayî ku karên keşfkirinê li hember Hizbullah bikin, ragihandin.

(fr)