Îsraîlê kuştina Haşim Safiyudîn aşkera kir

Îsraîlê ragihand ku beriya 3 heftiyan di encama êrişekê de Haşim Safiyudîn ku dihat payîn bibe serokê nû yê Hizbullahê hatiye kuştin. Lê Hizbullahê heta niha têkildarî vê yekê ti daxuyanî nedaye.

Îsraîlê kuştina Haşim Safiyudîn aşkera kir
23 cotmeh, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ragihand ku serokê Konseya Rêveber a Hizbullahê Haşim Safiyudîn ku cîgirê muhtemel ê Hesen Nasrulah e ku di êrişa 27’ê Îlonê ya li Beyrûtê de miribû dihat nîşandan, di êrişa 4’ê Cotmehê de li Taxa Dahiye ya Beyrûtê hat kuştin.

Heta niha Hizbullahê têkildarî îdîaya Îsraîlê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Hêjayî gotinêye ku di 27’ê Îlonê de li taxa Dahiye ya li başûrê Beyrûtê serokê Hizbullahê Hesen Nasrulah di encama êrişa Îsraîlê de hatibû kuştin. Piştî kuştina Hesen Nasrulah, komên çekdar ên li Iraqê jî dubare êrişên xwe yên li ser hêzên Îsraîlê dan destpêkirin. Vê yekê jî metirsiya şerê li Xezayê destpêkirî, belavî Iraqê jî bibe derxistiye holê.