Xwendekarên Rimêlan, Tirbespiyê û Dêrikê: Tenê 3 ders nayên qebûlkirin

“Zimanê me yê kurdî nasname û hebûna me ye, em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin.” Bi van gotinan xwendekarên li Rimêlan, Tirbespiyê û Dêrikê dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyê de red kir.

Xwendekarên Rimêlan, Tirbespiyê û Dêrikê: Tenê 3 ders nayên qebûlkirin
13 îlon, 2026   02:53
QAMIŞLO

Redkirina xwendekarên li Rimêlan, Tirbespiyê û Dêrikê yên herêma Cizîrê ya li hemberî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya têkildarî dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de ji bo zimanê kurdî didomin.

XWENDEKARÊN KEÇ LI RIMÊLANÊ DIBISTAN BOYKOT KIRIN

Xwendekarên keç ên li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girkê Legê di roja çaremîn de dewama xwe ya dibistanê boykot kiriye, bi vê yekê girêdana xwe ya bi mafê perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan da.

Tobe Silêman got: “Em ji bo zimanê kurdî li vê deverê ne, em heta ku biryar neyê guhertin derbasî dibistanan nabin, em dixwazin mîna pêkhateyên din bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, em dixwazin ku ev biryar were guhertin û zimanê kurdî bibe zimanekî fermî.”

Arîn Berekat jî da zanîn ku ew vê biryarê red dikin û got: “Em qebûl nakin zimanê me bi 3 dersan di hefteyê de were sînordarkirin, ev têrê nake, zimanê me kurdî ye, li pey her tîpeke kurdî xwîn û keda şehîdên me heye, ew xwîn û ked ji bo hebûna zimanê me hatiye dayîn.”

Arînê wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em qebûl nakin zimanê me bi çend saetan were sînordarkirin, ev nasnameya me ye û em qebûl nakin were paşguhkirin.”

Hêvî Yûsif jî destnîşan kir ku mafê xwendekaran heye hemû dersên xwe bi zimanê kurdî bibînin û wiha anî ziman: “Ji mafê me ye em hemû dersan bi zimanê xwe yê dayikê bibin, em vê biryarê qebûl nakin, em heta biryar neyê guhertin û zimanê kurdî nebe zimanekî fermî derbasî dibistanan nabin.”

Nêrgiz Şêxo jî wiha got: “Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye, ez wek xwendekareke Kurd vê biryarê qebûl nakim, em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînim. Divê zimanê kurdî wekî zimanê fermî bê naskirin û hemû ders bi zimanê kurdî were dayîn.”

XWENDEKARÊN TIRBESPIYÊ DAXWAZA FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ KIR

Li bajarê Tirbespiyê xwendekaran daxwaz kir ku zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanekî fermi û diyar kir ku perwerdeya bi zimanên dîtir ji bo wan zehmet e û divê ew perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê bidomînin.

Xwendekarên dibistanên Şehîd Cahîde û Şehîd Ronak ji ajansa me re axivîn. Xwendekara bi navê Hesîna Silêman a ku ji baxçeyê zarokan ve bi zimanê kurdî perwerdeyê dibîne, da zanîn ku perwerdeya bi zimanê kurdî tê wateya parastina ziman û çandê, divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li dibistanan.

Lorîn Mizgîn a ku heta qonaxa navîn bi zimanê kurdî perwerdeyê dibîne, destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî erkek e û ew dikarin zimanên dîtir fêr bibin û got: “Zimanê kurdî esas e.”

Asmîn Şêrwan jî got: “Em dixwazin perwerdeya bi zimanê dayikê bidomînin.”

Nisrîn Mizgîn jî da zanîn ku dayîna tenê 3 dersan ji bo zimanê kurdî têrê nake, divê girêdana bi zimanê dayikê ve hebe û ew ziman were parastin.

XWENDEKARÊN DÊRIKÊ KÊMKIRINA PERWERDEYA KURDÎ RED DIKIN

Nûjiyan Mihemed jî got: “Em hemû li hemberî vê biryarê yekdest in, me bi salan bi zimanê dayika xwe xwendiye, ji bo me zehmet e ku em ji nû ve bi zimaneke dîtir bixwînin, ji ber vê yekê divê ev biryar careke dîtir li ber çavan bê derbaskirin.”

Aya Hesen wiha got: “Wekî salên xwendinê yê derbasbûyî, em dixwazin bi zimanê kurdî perwerdeya xwe bidomînin, em ê zimanê xwe biparêzin.”

Elend Hesen jî dayîna tenê 3 dersan ji bo zimanê kurdî wekî paşguhkirina hebûnê û nasnameya kurdî dît û wiha got: “Zimanê me hebûn û îsbata nasnameya me ye, heta ku zimanê kurdî neyê naskirin em derbasî dibistanan nabin.”

(sb)

ANHA

RIMÊLAN

TIRBESPIYÊ