Mistefa Ebdê: Em dikarin di hefteyê de 2-3 karwanên koçberên Serêkaniyê bişînin

Endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdê da zanîn ku dê di dema pêş de karwanên din ên koçberên Serêkaniyê berê xwe bidin warê xwe û got “Em dikarin di hefteyekê de ji 2 heta 3 karwanan bişînin.”

Mistefa Ebdê: Em dikarin di hefteyê de 2-3 karwanên koçberên Serêkaniyê bişînin
Mistefa Ebdê: Em dikarin di hefteyê de 2-3 karwanên koçberên Serêkaniyê bişînin
Mistefa Ebdê: Em dikarin di hefteyê de 2-3 karwanên koçberên Serêkaniyê bişînin
Mistefa Ebdê: Em dikarin di hefteyê de 2-3 karwanên koçberên Serêkaniyê bişînin
11 îlon, 2026   04:43
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Têkildarî vegera koçberan a Serêkaniyê û pêvajoya vegerê endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdê ji ajansa me ANHA`yê re got: “Hejmara gundên ku koçber lê vegeriyane nêzî 45 e, ev gund ji bermahiyên şer hatine paqijkirin, lê hîn di hin beşan de xebat didomin. Ji bo koçberên ku vegeriyane bi alîkariya tîmên rêxistinan ên li herêmê, hinek desteka madî ji bo wan tê pêşkêşkirin.”

Mistefa Ebdê têkildarî siberoja koçberên ku li dibistan û kampên li Hesekê mane, got: “Wê rojên bê karwan careke din berê xwe bidin deverê. Ji ber ku her du bajar ne gelekî dûrî hev in, di demeke kurt de wê ev pêvajo bi dawî bibe. Em dikarin di hefteyekê de 2 heta 3 karwanên koçberan bişînin.”

Mistefa Ebdê girêdayî mijara şantaj û êrişên li ser koçberên ku malên wan li navenda bajêr in, wiha got: “Lîsteya koçberên ku dê vegerin malên xwe yên li bajarê Serêkaniyê ji bo aliyên ewlehiyê tê pêşkêşkirin, ew wê lîsteyê lêkolîn dike û pirsgirêkên hebin çareser dike, piştre vegera koçberan tê qebûlkirin.”

Ebdê têkildarî kesên ku dest danîne ser malên koçberên Serêkaniyê jî got: “Piştî zêdekirina hêza ewlehiyê, beşeke mezin ji wan vegeriyan taxên bajarê Hesekê, wekî taxa Xiwêran.”

Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ku ji 700 malbatan pêk tê, 8`ê Îlonê berê xwe dabû gundên xwe.

(sb)

ANHA