Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman a 6‘emîn a Navneteweyî ya li Silêmaniyê de hat xelatkirin.

Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin
10 îlon, 2026   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûzîkjenê Kurd Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman a 6’an a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê de hat xelatkkirin.

Berazî bi tevlihevkirina amûrên mûzîkê yên kevneşopî yên Kurdî bi aranjeyên mûzîkê yên modern navdar bû. Berazî bi Hunergeha Welat û Komîna Fîlman re li ser hilberandin û belavkirina berhemên mûzîkê û stranên kevneşopî û gelêrî hevkarî kir.

Berazî ku bi eslê xwe ji Kobanê ye rêwîtiya xwe ya mûzîkî di 1994’an de li bajarê Serêkaniyê dest pê kir. Perwerdeya xwe ya destpêkê li ber destê helbestvan û awazejenê Kurd ê navdar Bê Bihar girt. Piştre fêrî amûran mûzîkê weke tembûr û alavên dîtir bû.

Çalakiyên Festîvala 6‘emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê duhbi beşdariya zêdetirî 100 fîlmên herêmê û navneteweyî dest pê kirin û dê 15‘î Îlonê bi dawî bibe.

(f)