Raporek têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê

Navenda Belgekirina Sûcan raporek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bakurê Sûriyeyê yê dagirkirî parve kir.

Raporek têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê
1 sibat, 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Sûcan di rapora xwe de diyar kir ku rêjeya tundiyê, sûcan û şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de zêde bûye û gelek teqînan li herêmên dagirkirî rû dane. Her wiha diyar kir ku sûcên li dijî mafên mirovan, îşkencekirin, girtin, darvekirin, desteserkirina mal û milkên koçberan, topbarankirin, bikaranîna çekên qedexekirî û hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê û rojnamevanan berdewam e.

Navendê destnîşan kir ku di encamê de tevlihevî li wan herêman serwer bûye, teqîn û bûyerên kuştinê zêdetir bûne.

Li gorî raporê di encama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 hezar û 105 kes hatine kuştin, 8 hezar û 290 kes birîndar bûne. Her wiha 9 hezar û 241 kes hatine revandin, ji wan derdora 8 hezar û 6 kes hatine berdan lê çarenûsa yên mayî ne diyar e.

Navendê bi bîr xist ku heta 31`ê Çileya 2024`an, 182 kes bi îşkenceyê hatine kuştin, her wiha 586 sûriyeyî ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve hatine kuştin. Di nava wan de 106 zarokên kêmtirî 18 saliyê û 69 jin hene. 3 hezar û 89 kes bi guleyên cendarmeyan, dema hewl didan sînor derbas bikin an jî şêniyên gund û bajarokên li ser sînor yan jî cotkar û xwediyên zeviyên li ser sînor, birîndar bûne.

Li gorî raporê, ji destpêka 2024`an ve cendirmeyên Tirk 41 kes kuştine û 133 kes birîndar kirine, dema hewl didan sînor derbas bikin. Gelek ji wan di encama lêdana hovane de jî astengdar bûn.

Li gorî rapora navendê, bîlançoya sûcên di Çileya 2024`an de li bakurê Sûriyeyê hatine kirin, wiha ye:

Li herêmên rojavayê Firatê wekî Bab, Cerablus, Ezaz û bajarê Efrînê yê dagirkirî; di encama topbaran, şerê nava taxan, mayin û teqînan de 16 kes birîndar bûne, di nav de 4 zarok hene. 2 mayin teqîne û teqînek çêbûye. 44 kes hatine revandin û li 27 kesan jî îşkence hatiye kirin. Fîdye ji bo serbestberdana revandiyan hatiye xwestin û 25 kes hatine revandin. Di topbarana 32 gundan de 21 sivîl birîndar bûne û 9 jî hatine kuştin. 5 caran komên çeteyan di nava bajarên de bi hev ketine.

Her wiha navendê daneyên qurbaniyên sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên ji 9`ê Cotmeha 2019`an û heta dawiya Çileya 2024`an nû kirin û ev agahî parve kirin: Di encama êrişan û sûcên hovane yên piştî wê de 855 sivîl hatine kuştin, jê 113 zarok û 98 jî jin in. Her wiha 4 hezar û 243 kes jî birîndar bûne, jê 354 zarok û 301 jî jin in. Di bin îşkenceyê yan jî şert û mercên girtînê yên dijwar de, 65 kes hatine kuştin. Hezar û 51 kes hatine girtin, li 352 kesan îşkence hatiye kirin û ji malbatên 415 kesan jî fîdye hatiye xwestin.

Di topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê de 53 dibistan wêran bûne û 901 dibistan ji xizmetê derketine û 100 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.

Di topbaranê de 53 navendên tenduristiyê hatine hedefgirtin. Di wan êrişan de 26 kes birîndar bûne ku karmendên qada tenduristiyê ne. Her wiha 5 jî hatine kuştin, ji wan 3 kes ji aliyê çeteyên Artêşa Nîştimanî ve hatin darvekirin.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 439 kes astengdar bûne, ji wan 166 sivîl in. Her wiha li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di encama teqîn û teqînên bermahiyên şer de piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker, 339 kes astengdar bûne. Ji wan 89 zarok û 75 jî jin in.

Li Girê Spî û Serêkaniyê 9 rojnamevan hatine kuştin û 25 jî birîndar bûne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker dê û bavê rojnamevanekî qetil kirin û çeteyên wê dest danî ser mala wan û mala 12 rojnamevanên din.

Sûcên ji Sibata 2018`an heta dawiya Çileya 2024`an:

2 hezar û 105 sivîl hatine kuştin, ji wan 193 bi îşkenceyê hatine kuştin.

9 hezar û 241 kes hatine revandin, li 2 hezar û 121 kesan îşkence hatiye kirin, derdora 8 hezar kesî hatine berdan, lê hîna çarenûsa yên mayî ne diyar e.

Ji malbatên 2 hezar û 654 kesên revandî fîdye hatiye xwestin.

Bi 243 êrişan navendên giştî û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine hedefgirtin.

(şx)

ANHA