Şervanê 10 salan şehîd Çiya Qamişlo hat oxirkirin

Şervanê 10 salan şehîd Çiya Qamişlo bi merasîmekê hat oxirkirin. Xalê şehîd sersaxî ji eşîrên pêkhateya Ereb re xwest û got “Şehîd ji bo mafên me tê koşiyan, em ê heta dawiyê li dû bidestxistina mafên xwe bin.”

13 kanûn 2023   13:01
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Çiya Qamişlo (Ebdulqadir Nayif) ku ji 2013`an ve di nava qada leşkerî de cih digirt, oxir kir. Çiya Qamişlo di 11`ê Kanûnê de li bajarokê Mergeda yê kantona Hesekê şehîd bûbû.

Merasîmê oxirkirinê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bi beşdarbûna hevrê û malbata şehîd, endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û destnîşan kir ku wan duh jî şervanekî Hêzên Komandos şehîd Ebdulqadir Îbrahîm oxir kir û wiha dom kir: “Bi vê isbat dibe ku hêza hevgirtina gelan ji her tiştî xurttir e, wan şehîdan ji bo parastina welat xwe kirin mertal, em ê jî her li dû rêya şehîdên xwe bin.”

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Eyaleta Şehîd Rûbar Qamişlo Hecî Ereb jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku ew ji bo têkbirina desthildaran tê dikoşin û wiha pê de çû: “Em li vir hêviya mirovahiyê ne û her em ê li dû şopa şehîdên xwe bin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl jî axivî û wiha got: “Di çavên şehîd de wiha tê xuyakirin ku dixwazin bibêjin, em Rojava bi cîhanê nadin ava welatê me ji her tiştî zelaltire û axa welatê me ji her deverê çêtire. Em li ser xaka xwe çêbûn û em ê fedayî welatê xwe bin.”

Xalê Şehîd Çiya Qamişlo Welîd Ebdullah El Xefo jî axivî û sersaxî ji eşîra El Raşid û El Xewatina xwest û wiha got: “Ew mafê şehîdên me ji bo wê tê koşiyan, mafê me ye, em ê heta dawiyê li dû bidestxistina mafê xwe bin. Şermeke ser dijminên me ye ku bi navê îslamê şerê me dikin. Divê eşîrên me yên pêkhateya Ereb bi planên dijminan ên li dijî hevgirtina gelan nexapin û li biratiya gelan vegerin.”

Wesîqeya şehîd Çiya Qamişlo radestî malbata wî hat kirin û şêniyan bi slogana “Şehîd namirin” cenazeyê şehîd li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

(sb)

ANHA